Beşa hilberîna şînatiyan a girêdayî komîteya Çandinî û Seweldariyê ya Kantona Cezîrê serdanên xwe yên meydanî bo navendên berfirehkirina çandiniyê yên li bajar û bajarokên Kantonê didomîne. Armancê wê şopandina pêşketinê, çavdêriya amadekariyên ji bo sala nû ya çandiniyê û destnîşankirina pirsgirêkên herî berbiçav ên ku karmendên teknîkî û cotkar pê re rû bi rû dimînin e.
Ev ger beşek ji plana xebatê ne ku ji hêla komîteyên çandiniyê ve hatiye amadekirin da ku qonaxên rêxistina plana çandiniyê re hevaheng bin û belavkirina tov û mazotê bi rêkûpêk û dadperwerane li ser cotkaran misoger bikin, Ji bo amadekariyên destpêkek serkeftî ya werza zivistana pêşerojê.
Di vê çarçoveyê de, Endezyar Mutez Ehmed, hevserokê beşa hilberîna şînatiyan a Kantonê, diyar kir ku armanca sereke ya van geran “şopandina performansa şêwirmendiyên çandiniyê û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji wan re, li ser çavdêriya raste rast a pêvajoya organîzekirina plana çandiniyê ku bingeha misogerkirina pêdiviyên hilberînê û belavkirina wan bi awayekî dadperwer û bibandor dikin.”
Mutez destnîşan kir ku beş bi rêya van serdanan dixwaze “pêdiviyên cotkaran li ser erdê bişopîne, guh bide têpînî û pirsgirêkên wan, û bi hevkariya komîteyên çandiniyê yên têkildar ji bo derbaskirina zehmetiyan bixebite”.
Wî tekez kir ku beşa hilberîna şînatiyan dê di serdema pêş de van geran bidomîne da ku qonaxên cûda yên pêvajoya çandiniyê ji amadekariyê bigire heya hilberînê, bişopîne. Wî tekez kir ku “serkeftina demsala çandiniyê bi rêxistinkirina baş û dabînkirina demdirêj a pêdiviyan ve girêdayî ye, ku demsalek aram û zêde misoger dike.”



