Îro hejmarek ji cotkarên li Kantona Cezîrê bi rêya Beşa Hilberîna Şînatiyan a Komîteya Çandinî û Seweldariyê dest bi wergirtina sîstemên enerjiya rojê kirin. Pêvajoya wergirtinê di bin rêze kirdariyên cuda de tê pêkanîn, ku cotkar bi serdana komîteya çandiniyê ya herêmê xwe dest pê dike. Li vir, vekolîneke zeviyê tê kontrolkirin û belgeyên pêwîst ji cotkaran tê xwestin ku pêşkêş bikin.
Ji bo her cotkarekî, perwendeya kesayetî tê amade kirin, ku piştî îmzekirina peymanê, peymana fermî ya ji bo bidestxistina pergalê pêşkêşî Komîteya Çandiniyê ya Kantona Cezîrê tê kirin. Piştî vê peymanê, cotkar ji Komîteya Bazara Civakî re tê şandin da ku sîstemên enerjiya rojê wergire, bi armanca piştgiriya sektora çandiniyê û pêşvebirina karanîna enerjiya nûjenkirî li herêmê.



