Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya asayî (118), lidar xist. Civîn bi armanca erêkirina qanûna parastina jîngehê, hate lidarxistin. Desteya Hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan, endamên meclisê, hevserokên meclisên gelan ên kantonan, hevserokatiya Desteya Jîngehê, Meclisa Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên parastina jîngehê, beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Kenhan Şêxmûs Berekat weke Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna Ferîd Etî, hate erkdarkirin.
Her wiha parêzer Ehmed Mihemed El-Xidir, parêzer Umer Burkil Burkil, Xelîl Mihemed Bozan weke endamên Meclisa Demokratîk a Gelan, Ebîr Hac Ebdullah weke Hevseroka Desteya Malbatên Şehîd, Birîndar û Êsîrên Şer a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin erkdarkirin.
Paşê beşdaran reşnivîsa qanûna parastina jîngehê ku ji 79 madeyan li ser 4 beşan û 7 deriyan pêk tê, nîqaş kir. Têde pênase, armancên qanûnê, avahiya rêveberî, nirxandina bandora jîngehê, çavdêriya jîngehê, parastina jîngehê ji qirêjiyê (hewa, erd û qerebalix), ji bilî parastina cihêrengiya biyolojîk, rûberên şînatiyê, darçandin, rêveberiya çavkaniyên xwezayî, vekolîna jîngehê, serjimarî û plansaziya jîngehê û diyarkirina binpêkirin û cezayan, di nava xwe vedihewîne.
Piştî nîqaşan û guhertina hin madeyan qanûn kete dengdanê û heta erêkirin. Ev qanûn gaveke girîng ber bi xurtkirina hişiyariya jîngehî û xurtkirina pîvana pêşketina domdar li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Di dawiyê de Ferîd Etî ji aliyê Meclisa Demokratîk a Gelan ve ji bo ked û xebata wî di erkên wî yên berê de weke hevserokê meclisê, hate xelatkirin.























