Îro, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cezîrê kampaneyek girîng ya deqanokê destpêkir. Amanca kampaneyê ew e ku deqanokên rotînî ji bo zarokên ku ji bernameyên deqonka bingehîn derketine, bidome. Kampane dê li bajar, bajarok û gundên herêmê dê çend rojan bidome. Di nav kampaneyê de zarokên ji 7 meh heta 5 salî deqanokên sorikê dê wergirin.
Di daxuyaniyek fermî de, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cezîrê ragihand ku ev kampanye di çarçoveya hewildanên berdewam de ji bo parastina tenduristiya giştî û pêşîgirtina nexweşiyên vegirtî tê xebitandin. Desteya Tenduristiyê tekez kir ku Deqanok yek ji destkeftiyên herî girîng di warê tenduristiya giştî de ye û misogerkirina wan ji bo hemû zarokan, pêdivîyek mutleq e ji bo sînordarkirina belavbûna epîdemî û nexweşiyên giran.
Ev kampane wek bersivek li ser raporên bijîşkî yên meydanî tê ku daxwaza zêdekirina hejmara wan dikin. Deqanok beşdarî bidestxistina “parêzbûna giştî dibe, ku rê li ber veguhestina nexweşiyê di navbera kesan de digire.
Sorik nexweşiyeke pir vegir e ku heke zarok di dema xwe de neyên deqanok kirin, dikare bibe sedema tevliheviyên metirsîdar, wek amasbûna pişikê, amasbûna mejî an jî di hin rewşan de mirin.
Cihên xalên deqavkê yên li Kantona Cizîrê:
Kantona Şedadê û gundewarê wê: Şedadê, Merkada, Erîşa, Hedadiyê, Kişkiş Zeyanat, Fedxemî, Xerb û Ebdan.
Dirbêsiyê: Koçberên Serê Kaniyê û şêniyên Dirbêsiyê û gundewarê wê di nav xwe de digre
Navçeya Dêrikê: Dêrik, Dîrona Axî, Celal Axa, Til Koçer û Girkê Legê dihewîne.
Bajarê Qamişlo û gundewarên derdora wê: Hilêliye, Taxa Rojhilat, Taxa Rojava, Meyselûn, Xelîc, Alaya, Qehtaniye, Amûdê (Kevn û Nû), Til Hemîs, Til Marûf, Hemo, Belqîs, Xiwêtla û Tenûriya
Bajarê Hesekê: Xala Rêveberiya Tenduristiyê, Nexweşxaneya Zarokan, Til Nesrî, Um Hacira, Nexweşxaneya Gel, Safiye, Til Berak, Til Bîder, Tiwêna, Mexrûm,Xemayîl, Hol û Til Hemdî.
Desteya Tenduristiyê bang kir ku hemû dê û bavên ku zarokên wan deqanoka rotînî an dozên berê nehatine girtin, serdana navenda deqanokê ya herî nêzîk bikin da ku sûd ji vê kampaneya belaş bigirin.
Ji bo parastina tenduristiya zarokên wan û civaka wan




