Hevserokê hevbeş yê saziya giştî ya pembû li bakûr û rojhilatê Sûriya, Mistefa Ibrahîm, diyar kir ku pêvajoya wergirtina berhema pembû li sê navendên ku berê hatine ragihandin, Reqa, Hesekê û Dêra Zorê berdewam dike. Û rave kir ku tevahî mîqdarên ku heta niha hatine wergirtin bi qasî 12300 ton in, û tekez kir ku sazî hewlên xwe didomîne da ku pêvajoya radestkirina bê pirsgirêk ji cotkaran li gorî pîvan û kirdariyên pejirandî, misoger bike.


