Ofîsa Parastgeh û Darçandinê ya Desteya Jîngehê li Kantona Cezîrê, bi hevrêziya Şaredariya Gel a li bajarê Qamişlo, kampaneyek da destpêkirin ji bo berfirehkirina qada kesk a bajêr bi çandina darên her dem kesk.
Ji bo zêdekirina qadên kesk û kêmkirina qirêjiya hewayê, gelek cih di nav bajêr de hatine diyarkirin ji bo çinîna cureyên cûr bi cûr yên daran, di nav wan de Êfs, Berbext, û Êxstrom hene.
Di qonaxa yekem a kampaneyê de, 105 dar li yek ji baxçeyên destnîşankirî hatin çandin, ku belavbûn wekî jêr: 40 darên Lakstrom, 40 darên Berbext, û 25 darên Êfs kûrewî.
Kampane berdewame ji bo deverên nû di nava xwe de bigre û wan vegiherînin bexçan. Bi armanca ku jîngeha bajarî were vegerandin û kalîteya jiyana civakî were baştir kirin.






