Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a bajarê Hesekê, bi hevkariya kampa qîrê ya Hesekê û di bin çavdêriya raste rast a gerenîndeyê de dest bi qîrkirina rêya ber bi gundê Ezamê ya li herêma Til Mecdê ve kiriye. Kar li gundê Ezamê bi projeyên din ên qîrkirinê yên li bajarê Hesekê re berdewam dike.
Di heman çarçoveyê de, li taxên Mişêrfe û bazara Hal xebatên qîrê berdewam dikin. Kolan ji ax û bermahiyan hatine paqijkirin û rakirin, heybera MC0 ji bo amadekariya xebatên lênêrîn û qîrê ku hîn jî li gelek deverên bajêr berdewam dikin, hatiye reşandin.
Li bajarê Dêrikê, Şaredariya Gel dest bi qîrkirina taxa Cûdî(Xîrka) kiriye, di çarçoveya plana şaredariyê ya ji bo baştirkirina binesaziyê û rêyên bajêr de.
Şaredariya Gel a Xana Serî, di çarçoveya hewildanên berdewam ên ji bo baştirkirina xizmetiyê li deverên cûr bi cûr, xebatên qîrê yên din jî pêk anîn, di nav de hin kolanên li gundê Hemze Bêk.






