Gerenîndeya Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Tirbespiyê projeya berfirehkirina tora ava vexwarinê bi dirêjahiya 615m li komîna Şehîd Lewend bi dawî kir. Tor di çarçoveya plana projeya 2025an de hatiye çêkirin.
Heman gerenîndeyê di çarçoveya heman plana salane de li gundê Kerdaholê projeyek bi dirêjahiya 120m temam kir.
Şaredariya Gel a Helwa, du projeyên qîrê temam kirin. Projeya yekem çêkirina rêya di navbera gundên Helwa Şêx û Hasûd de bû bi dirêjahiya 3 k.m û firehiya 5m. Projeya duyem jî, çêkirina rêya ber bi gundê Xiwêtla Suryan ve bû û li wir rê bi dirêjahiya 2300 m û firehiya 5m qîr kirin.
Şaredariya Gel a Xanasriyê, di çarçoveya plana başkirina binesaziyê ya îsal de, xebatên qîrkirina rêya ku gundên Mîrka Mîra û Tebkiyê bi hev ve girêdide, didomîne.










