Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, bi hevkariya Encûmen û Rêveberiyên Kampê, salvegera 6emîn a dagirkirina Turkiyê û koçberkirina bi darê zorê ya niştecihên wê, di çarçoveya dirûşmeya “Şeş salên koçberiya bi darê zorê… Vegera bi ewle mafê me yê rewa ye”, destpêkirin.”
Kampane çalakiyên cûr bi cûr dihewîne ku şeş rojan dom dike, armanc dike ku balê bikişîne ser êşa kesên ku bi darê zorê hatine koçberkirin û daxwaza dad û vegera nişteciha bo bajarê wan bike.
Bernameya Çalakiyan:
1-4-5ê Çirya yekê: Destpêkirina kampaneya berhevkirina navnîşanan li kamp û stargehên koçberan.
2-6ê Çirya Yekê: Li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî xwepêşandanek were lidarxistin, tevî xwendina nameyek fermî û radestkirina wê ji rêxistinên navneteweyî re.
3-7ê Çirya Yekê ê: Belavkirina daxuyaniyek fermî ku binpêkirinên dagirkeriya Turkiyê li Serê Kaniyê di şeş salên borî de belge dike.
4-8ê Çirya Yekê: Rûniştineke diyalogê ya berfireh hate lidarxistin Ji bo gûftûgokirina rewşa bajarê
5-9ê Çirya Yekê: Serdanên hejmarek saziyên sivîl û mafên mirovan hatin kirin, ji bilî destpêkirina kampaneyek serhêl li ser medyaya civakî bi karanîna haştagek taybetî ya Komîteya Ji bo Koçberan.
Peyamên zelal ji bo civaka navneteweyî
Çalakî bi xulekek bê dengiyê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî vê yekê hevserokê rêveberiya kampa Serê Kaniye, Ebdulrezaq Mihemed, gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku bajar ji 9ê Çiriya Yekê 2019an vir ve di bin dagirkeriya Turkiyê de ye, di nav bêdengiya navneteweyî de ku bûye sedema koçberbûna zêdetirî 200,000 sivîlan û binpêkirin û sûcên berdewam ên guhertina demografîk. Mihemed bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe bicîh bîne û zextê bike da ku dagirkeriyê bi dawî bike û vegera ewle û bi rûmet a koçberan misoger bike.
Berdewamiya Kampaneyan li kampan
Piştî axaftinê, kampane berhevkirina navişkirin a du rojan di konên ku bi taybetî li kampên Waşokanî û Newrozê hatine danîn de, bi beşdariyeke berfireh ji kesên koçber dest pê kir.
Komîte tekez dike ku ev kampane, ligel çalakiyên din, daxwaza bidawîanîna dagirkeriyê û misogerkirina mafên rewa yên koçberan, bi taybetî vegera ewle û dilxwaz bo malên xwe, ji nû ve tîne ziman.










