Nexweşxane, tîmargeh û navendên tendrustiyê yên girêdayî Desteya Tendrustiyê ya Kantona Cezîrê di heyva Îlonê de xizmetên bijîşkî yên berfireh pêşkêş kirin. Ev xizmet tê de emeliyatên bijîşkî, rûniştinên şûştina gurçikan, zayînên xwezayî û emeliyatên qeyserî bi temamî belaş ji bo gel pêşkêş kirin. Ev kar gihaştine deverên dûr û gundewarî jî. Ev gav pabendbûna Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê ji bo baştirkirina rewşa tendrustiyê li kantonê nîşan dide.
Li gorî serjimariyên Desteya Tendrustiyê hejmara nexweşên navendên tendrustiyê û nexweşxaneyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve li Kantona Cezîrê têne birêvebirin û piştgirî kirin di heyva Îlonê de gihîştiye 81,842, ku wiha hatine belavkirin:
– Hesekê: 51,765 nexweş û lêveger
– Qamîşlî: 14,690 nexweş û lêveger
– Dêrik: 15,387 nexweş û lêveger
Di derbarê şûştina gûrçikan de, di heman mehê de 1,855 rûniştek hatine kirin, ku wiha hatine belavkirin:
– Hesekê: 1,035 rûniştek
– Qamişlo: 445 rûniştek
– Dêrik: 375 rûniştek
239 birînkariyên giştî jî li nexweşxaneyên Desteyê hatine kirin, ku wiha hatine belavkirin:
– Hesekê: 182 emelî
– Qamîşlî: 4 emelî
– Dêrik: 53 emelî
Di çarçoveya piştgiriya lênêrîna dayikan, di mehê de 420 zayînên xwezayî hatin tomar kirin, ku wiha hatin belavkirin:
– Hesekê: 313 zayîn
– Qamişlo: 60 zayîn
– Dêrik: 47 zayîn
250 emeliyatên bi rêya qeyserî jî hatine kirin, ku wiha hatine belavkirin:
– Hesekê: 116 emelî
– Qamişlo: 82 emelî
– Dêrik: 52 emelî
Di daxuyaniyekê de, Desteya Tendrustiyê ragihand ku ev xizmet di çarçoveya “hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo xurtkirina sektora tendrustiyê û berfirehkirina gihîştina xizmetên bijîşkî ji bo hemû gelan, bi taybetî yên li deverên dûr û gundewarî,” de tên pêşkêş kirin û rave kir ku “piraniya van xizmetan bêpere tên dayîn, ku ev jî barê aborî yê li ser gel kêm dike, di nav şertên dijwarên aborî de ku herêm bi wan re rû bi rû ye, her weha piştgiriya li nexweşxane û navendên tendrustiyê bi berdewamî tê kirin, bi taybetî di qadên karmendên bijîşkî, dermanan û alîkarîyên bingehîn de. Ev xebat parçek ji vîzyona Rêveberiya Xweser e ji bo pêkanîna pergalek tendrustiyê ya yekgirtî.”
Ev hewl di demekê de tên ku Rêveberiya Xweser binesaziya xwe ya tendrustiyê pêş dixe, xizmetên xwe berfireh dike û bernameyên bi kalîte dişopîne ku hişmendiya tensrustiyê, tendrustiya hilberandinê û nexweşiyên kronîk dihewîne, bêyî cudahî û di astekê de ku pêwîstiyên zêde yên gelan re hevaheng be.




