Wekî beşek ji amadekariyên zû yên werza zivistanê, gerenîndeya paqijiyê ya şaredariyên gel li Kantona Cezîrê paqijkirina karîzan û lûleyên avê li bajar û bajarokên cuda yên Kantonê berdewam dike. Armanca van hewldanan ew e ku torên karîzê ji bo demsala baranê amade bin û metirsiya girtina karîzan û kombûna avê li kolanan kêm bikin.
Rayedarên pêwendîdar ên şaredariyên gel piştrast kirin ku operasyonên paqijkirinê dê li gorî planeke meydanî ya berfireh ku hemî tax û deverên girîng digire nav xwe, bi giranî li ser deverên nizm ên ku meyla kombûna avê heye, berdewam bikin.







