Bi armanca xurtkirina rola jinan û aktîvkirina beşdariya wan di warên cûr bi cûr ên xizmetî û pêşkeftinê de, Encûmena Jinan li şaredariya gel a bajarê Qamişlo civînek taybet ji bo gûftûgokirina projeyên ofîsa jinan lidarxist.
Civîn li ser gûftûgokitina plan û destpêşxeriyên pêşerojê yên ku dê piştgiriyê bidin jinên li bajêr û bi rêya projeyên pêşniyarkirî derfetên kar ji wan re peyda bikin, sekinî.
Beşdarên civînê girîngiya çalakiya karê giştî û hevrêziya hevbeş ji bo bidestxistina armancên Encûmenê tekez kirin, û tekez kirin ku pêwîst e hewlên ji bo avakirina civakek dadmendtir û wekhevtir ku xwestekên jinan di warên cûrbecûr de nîşan dide, berdewam bin.



