Şaredariya gel a bajarê Amûdê dest bi pêkanîna projeya qîrkirina hin kolanên bajêr a sala 2025an kiriye, mîqdara ku hatiye bikaranîn gihaştiye 702 m kup.
Kolanên ku di projeyê de hatine nixumandin ev in: rêya mesakin, kolana Mizgefta Nesir, kolana dadgeha kevin û kolana bijîşk Selîm ber bi nexweşxaneya gel.



