Meclisa Zanîngehan a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê radighîne ku ew pêşwaziya xwendekarên ku bawernameyên amadeyî (minhacê hikûmeta Şamê) bi dest xistine, li:
Zanîngeha Şerqê
Zanîngeha Rojava – Beşa Hesekê, dike.
Tomarkirina xwendekaran dê bi mercî were kirin li gorî encamên wan yên ku di malperên fermî de hatine weşandin, heta ku ew bawernameyên resen bistînin û ji zanîngehê re pêşkêş bikin.
Navendên tomarkirinê:
Zanîngeha Şerqê (avahîya sereke – Reqa)
Zanîngeha Rojava – beşa Hesekê (peymangeha avakirinê – Kelasê – Çerxerêya Cûdî – Hesekê)
