Baxçeyên zarokan ên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Kantona Cezîrê bi sedan zarokên di navbera 3 û 5 salî de pêşwazî kirine û ev qonax di jiyana her zarokekî de girînge, ji ber ku di pêşxistina kesayetiya wan de ji hêla zanîn, jêhatîbûn û hestan ve roleke girîng dilîze.
Ji ber vê yekê, piştgiriya zarokan di vî temenê zû de pir girîng e, ji ber ku ew gava wan a yekem ber bi cîhanek nû ve nîşan dide ku ew cara yekem vedibînin.













