Projeya tamîrkirina makîneyên şaredariyên Cezîrê rola xwe ya bingehîn a baştirkirina karîgerî û tamîrkirina makîneyên şaredariyê ji bo misogerkirina amadebûna wan a domdar bi hevrêziya di navbera Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cezîrê û Yekîtiya Şaredariyan de, bi hevkariya bernameya FURATIII didomîme.
Ev proje bi armanca baştirkirina kalîteya xizmetên ku ji civaka herêmî re têne peyda kirin, tê bicîhanîn.
Demjimêra projeyê ji 21ê Hezîrana 2024an heta 16ê çirya paşina 2025an e.
Xalên sereke yên vê hefteyê:
1_Du komxebatên perwerdehiyê yên nû wekî beşek ji bernameya bilindkirina jêhatîbûna li xana bajarê Qamişlo û Hesekê hatin lidarxistin. Di nav wan de komxebatek perwerdehiyê li ser pergala krankê motorê û yek jî li ser lastîk û xwendina nîşanan hebûn, ku bi vî awayî hejmara giştî ya komxebatên perwerdehiyê ji destpêkirina projeyê ve gihand 99an.
2_Tamîrkirin 3 makîneyan, di nav wan de yek kompresora hewayê û du tankerên avê hebûn.
Heta niha192 makanîzme hatine tamîrkirin, ku wiha hatine belavkirin:
29 daxok, 30 kamyonên barkêş, 44 traktor, 14 Bobcat, 39 tankerên avê, 10 tankerên karîzan, 6 trêks, 12 eskavator, 3 paqijker, 1 greyder, 2 bager, û 2 barker, ku %32ê hejmara giştî ya makanîzmeyên li şaredariyên Kantona Cezîrê temsîl dikin.



