Beşa dabînkirin û parastinê a şaredariyên gel di nav Kantona Cezîrê gerên çavdêriyê li ser hemû nanpêjxaneyên li seranserî bajar û bajarokên Kantonê berdewam dike.
Gera çavdêriya vê dawiyê, ku ji aliyê endamên gerenîndeya dabînkirin û parastinê a şaredariya gel ve li Girkê Legê hat kirin, hejmarek nanpêjxaneyên li herêmê di nav xwe de girt. Armanca serdanê ew bû ku kalîteya nanê ku tê hilberandin û pabendbûna nanpêjxaneyan bi giraniya kulta nanekî re misoger bike. Di dema serdanê de, ji ber kêmbûna giraniya kultê, li dijî yek ji nanpêjxaneyan binpêkirinek hat dîtin. Li gorî rêziknameyên têkildar, li dijî nanpêjxaneyê tedbîrên yasayî hatin girtin.
Beşa dabînkirinê piştrast kir ku ev ger beşek ji planeke xebatê ya berdewam in, ku çavdêriya xebata nanpêjxaneyên li seranserê Kantonê di tevahiya hefteyê de dike da ku piştrast bike ku nan bi kalîte û bihayên baş digihêje gel.




