Îro Şemiyê 20`ê Îlonê komên girêdayî hikûmeta Demkî ya Şamê û yên girêdayî dewleta Tirk li gundê Um Tîna yê gundewarê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê li dijî sivîlan komkujiyek hovane pêk anîn. Êrîş bi rêya balafirên bê mirov (dron) dest pê kirin piştre topbareke dijwar hate kirin. Di êrîşê de malên sivîlan bi awayekî rasterast hatin hedefgirtin û di encama wê de 7 sivîl di navde jin û zarok şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.
Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de van sûcên hovane bi tundî şermezar dikin, ku helwesta êrîşkar a berdewam a li dijî gelê me piştrast dikin û dixwazin tirs û tevlîheviyê belav bikin, di demekê de ku Sûriyê di qonaxek hestiyar re derbas dibe ku pêwîstiya wê bi xebatên hemû aliyan ji bo avakirina pêşerojeke ewle û aram dûrî tundî û dûrxistinê heye.
Gelê Sûriyê ji zêdetirî 10 salan ve ji ber kuştin, wêranî û komkujiyan êşê dikişîne û ev kiryar hîn jî tunebûna cidiyeta hin aliyan di avakirina Sûriyeke nû de li ser bingeha azadî, demokrasî û edaleta civakî nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de, em tekez dikin ku divê hesab ji sûcdarên van sûcan li ber edaletê hesab were xwestin û pêşî li sûcdaran bigirin ku ji cezayê birevin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û mirovî yên di derbarê êrîşên dubare yên li dijî sivîlan de pêk bînin.
Careke din em vî sûcî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên şehîdên ku di vê komkujiyê de şehîd bûne dixwazin, em êşa wan parve dikin û şîfaya acil ji birîndaran re, dixwazin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
20`ê Îlona 2025`an
