Forma avê li bajarê Hesekê ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di bin dirûşmeya “av di navbera rastî û zehmetiyan de” hatibû rêxistin bi dawî bû.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê, bi nûnertiya Hevseroka Encûmena Cîbcîkar Vîvyan Beho Osê û Cîgirê Serok Birêz Mihemed Berak, her wiha rêxistinên civaka sivîl û saziyên avê beşdarî Formê bûn.
Beşdaran li ser pênc mijaran gûftûgo kirin, di nav wan de aloziya avê li Cezîre, Kobanê, Reqa û Dêr el_Zor, û bikaranîna avê wekî çek û bandora aloziyê li ser jinan. Û bal kişand ser kêmbûna asta ava Çemê Firatê, kolandina bîrên ne zagonî, qirêjiya avê, xerabûna torên avê, ku rewşa mirovî û tendrustiyê ya herêmê xerabtir dikin.
Form hin pêşinyarên derxistin, yên herî sereke:
1- Çêkirina stratîjiya yekgirtiyê ji bo rêveberiya çavkanên avê li Kantonê.
2_ Piştgiriya saziyên avê ji hêla teknîkî û rêveberî ve û xurtkirina rêveberiya herêmî.
3_Belgekirina bikaranîna avê wekî çekên şer û guhgirî rêxistinên navneteweyî.
4_Sererastkirina siyaseta cotkarî û teşwîqa hembarên ku avê kêmtir dibin.
5_Destpêkirina kampaneyên hişyarkirinê li ser xweşik bikaranîna avê.
6_Parastina rêyên avê û şînatiyan ji qirêjiyê.
7_Qezenckirina piştgiriya navneteweyî ji bo zextkirina li ser aliyên ku avê ji hel qut dikin.
Formê tekez kir ku krîza avê ji pirsgirêkek xizmetiyê dibe pirsgirêkek siyasî û mirovî, Ji bo vê yekê hem di asta herêmî û hem jî di asta navneteweyî de çalakiyên lezgîn pêwîst in.