Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cezîrê, rêze proje û gerên çavdêriyê ku gelek warên girîng vedihewîne, dest pê kiriye.
Projeya Paqijiya karîzan li gundê Ebû Kala
Şaredariya Gel dest bi pêkanîna projeya paqijkirinê karîza ku bi dirêjahiya 1200 m li gundê Ebû Kala kiriye da ku avê bi rêkûpêk vala bike, û bibe alîkar ku jîngeh û tendrustiya giştî ji qirêjiyê biparêze. Ev proje beşek ji planeke pêşxistina binesaziyê û baştirkirina xizmetiyên li gundan e.
Gerên çavdêriyê li ser nanpêjxaneyan ji bo piştrastkirina kalîteya nan
Beşa Dabînkirinê gera vekolînê ya nanpêjxaneya li bajarê Dirbêsiyê kir, giraniya nan, kalîteya hevîr û paqijiya xetên hilberînê kontrol kir. Armanca gerê ew bû ku pabendbûna bi pîvanên diyarkirî re misoger bike da ku nanê baş bi bihayek di cê xwe de ji bo her kesî peyda bibe.
Şopandina bazarên sebze û xwarinê li gundan
Beşa Dabînkirinê ji bo şopandina biha û kalîteya xwarinê, û misogerkirina pabendbûna bi rêziknameyên fermî yên biha û tendrustiyê, serdanek meydanî li gundên Xas û Kerbetlî kir. Ji ber ne daliqandina navnîşên bihayan li hin firoşgehan, hin binpêkirin hatin tomar kirin.
Şaredariya Gel a Dirbêsiyê tekez dike ku ev gav beşek ji planeke berfireh in ku armanc dike xizmetiyên giştî baştir bike, bazarê birêkûpêk bike û çavdêriya tendrustî û dabînkirina xwarinê xurt bike.