Gerenîndeya Avê ya bajarê Dêrikê li Kantona Cezîrê, bi armanca baştirkirina karîgeriya xwe, xebatên tamîrkirinê li ser pergalên enerjiya rojê yên ku ji bo xebitandina bîrên avê têne bikar anîn didomîne.Karê tamînkirinê guhertina panalên rojê yên ku zirar ji avêtina keviran ji hêla zarokan ve dîtine û her wiha zirara ku ji ber agirberdana li derdora dezgehê cêbûye, vedihewîne.
Gerenîndeya Avê bang li gel dike ku zarokên xwe li ser pêwîstiya parastina van pergalên girîng perwerde bikin û xwe ji her kiryarek ku dikare zirarê bide milkê giştî dûr bigirin.