Îro Çarşem, hêzên parastina Ermenî û yekîneyên parastina jinên Ermenî salvegera heştemîn a şehadeta tekoşera partiya komonîst Nûbar Ozanyan bi navê “Orhan” tê nasîn ku di 14ê Tebaxa 2017an de li serêkaniyê piştî ku beşdarî kampaneya rizgarkirina Reqa bû şehîd bû, li kenîşta Ermenî ya “Malbata Pîroz” li Hesekê bi bîr anîn.
Nûnerên saziyên Ermenî, sivîl û leşgerî yên di nava Rêveberiya Xweser de beşdarî merasîmê bûn.
Merasîn bi limêjkirin û xwendina sirûdên Ermenî dest pê kir.
Metranê kenîştê, Kirîkor Sanoyan, tekez kir ku Ozanyan ji bo rizgarkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bizdandinê û xurtkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên wê de şer kiriye.
Merasîm bi mûmdanînê ji bo bîranîna wî bi dawî bû.