Îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cezîrê û pêkhateyên wê cenazeya Şehîd Nadya Yûsif Hevseroka Rêveberiya Sotemeniyê li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugrê veşart.
Şandek ji Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîmê bûn.
Hevseroka Encûmena Cîbcîkar Vîvyan Beho Osê, gotarek pêşkêş kir ku tê de heval Nadya mîna jina têkoşer ku hebûna xwe di civak û saziyên Rêveberiya Xweser de saz kiriye. Û dudilî nekir ku kurê xwe wekî Şehîd ji bo parastina herêmê li dijî dagirkeriya Tirkiyê feda bike.
Merasîm bi xwendina belgeya Şehadetê û radestkirina wê ji malbata şehîd û bi lîlîrê dayikan bi dawî bû.
Beşdaran pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya hewildanên xwe ji bo pêkanîna armancên şehîdan ên avakirina pêşerojek azad û demokratîk tekez kirin.