Ji ber ku komîn yekîneyeke bingehîn a rêxistina civakê ye, encûmena Tirbespiyê, rêze civînên giştî ji bo amadekirina konferansa komînan da destpêkirin. Ev civîn wê heta 20ê vê heyvê berdewam bikin, û di civînan de wê mijarên siyasî û rêxistinî yên têkildarî komîman werin gûftûgokirin, û deriyê pêşinyaran ji bo gel were vekirin.
Civîna yemkem li bajarê Tirbespiyê bi beşdariyek berfireh ji endamên encûmena herêmî û nûnerên emcûmena û desteyên nêzîk pêk hat. Lê civîna duyemîn li encûmena “Ebû Fer’i” pêk hat ku tê de beşdaran têkiliyeke girîng nîşan da û girîngiyek mezin ji lêkolîna rêbazên pêşxistina xebatên rêxistinî û xizmetiyê nîşan da.
Ev gav girîngiya komînan di birêvebirina karûbarên civakî de piştrast dike, ji ber ku ew girêdana herî nêzîk a gelan in û yên herî jêhatî ne ku hewcedariyên wan nas bikin û raman û destpêşxeriyan veguherînin rastiyek berbiçav ku beşdarî avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha hevgirtin û piştgiriya hevbeş dibe.