Laboratorya el_Cezîrê a girêdayî şaredariya gel ji bo misogerkirina kalîteya heyberan ku di projeyên rê û binesaziyê de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê têne bikar anîn, bi berpirsiyariyeke bilind erkên xwe pêk tîne.
Laborator rêze ceribandinên laboratîfê yên birêk û pêk li ser nimûneyên qîr û kevirên şikenandî pêk tîne da ku piştrast bike ku ew pîvan û taybetmendiyên teknîkî yên pêwîst re lihevhatî ne, û bi vî awayî beşdarî baştirkirina karîgeriya projeyê û misogerkirina domdariya wan dibe.
Têstên laboratoryê ev in:
- Pîvandina şilbûn û tîrbûnê.
- Analîzkirina kalîteya materyalên ku têne bikar anîn (qîr û kevirê şikenandî).
- Testkirina hevgirtin û domdariyê di bin zext û germahiyên cûrbecûr de.
Armanca sereke baştirkirina kalîteya rêyan, zêdekirina domdariya wan a demdirêj, û dabînkirina xizmeta çêtirîn ji niştecihên herêmê re ye.