Wekî beşek ji hewldanên Rêveberiya Xweser ya ber bi aboriyek kesk û pêşvebirina domdariyê di sektora çandiniyê de û bi armanca kêmkirina girêdana cotkaran bi sotemeniyê û kêmkirina lêçûna avdanê, projeya panelên rojê ji cotkaran re peyda dike.
Makanîzma piştgiriya darayî û tabloya dayina peran
Li gorî biryara ku ji aliyê encûmena aborî û çandiniyê ve hatiye derxistin, panelê rojê dê li gorî planeke beşkirinê ku hilberîn û darayî yên cotkaran li ber çav digre, Wiha ne:
- 30 % pereyê destpêkê piştî wergirtinê.
- 35 % pereyê duyemîn di demsala çandiniyê ye yekem de.
- 35 % pereyê sêyemîn di demsala çandiniyê ya duyem de
Ev tablo rehetiyekê dide cotkaran û tu çewsandina daraî li ser wan nake.
Lê ji bo alavên ku bi sîstemê re ne wek (amûrên elektrîkê, kebil û panel) ew ne ji planê ne û divê di dema kirîna wan de pere werin dayin.
Mercên sûd û erkên cotkaran
Ji bo misogerkirina serkeftina projeyê û bidestxistina armancên wê, hejmarek mercên rêziknameyî li ser sûdmendan hatine ferzkirin, yên herî berbiçav:
1•Pabendbûna bi rêwerzên encûmena aborî û çandiniyê, bi taybetî di derbarê bicîhanîna pergala avdanê ya nûjen de.
2•Qedexekirina firotin an hilweşandina pergalê an avêtina yek ji pêkhateyên wê, di bin cezaya berpirsyariya zagonî de.
Ev kontrol ji bo misogerkirina ku pergal ji bo armanca xwe ya armanckirî têne bikar anîn û ji bo pêşxistina têgeha hevkariya bi bandor di pêvajoya pêşxistina çandiniyê de hatine çêkirin.
Ber bi çandiniya zîrek û pêşerojeke jîngehparêz a baştir
Ev proje yek ji astengiyên herî girîng ên hilberînê çareser dike, lêçûnên enerjiyê. Her wiha cotkar teşwîq dike ku pergalên nûjen ên ku beşdarî zêdekirina karîgeriyan dibin, bipejirînin, û piştgiriyê bidin veguherîna gav bi gav a herêmê bo modelek çandiniyê ya domdar û dostane ji bo jîngehê.
Bi vê gavê, Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe ya ji bo piştgiriya hilberînên biçûk û pêşkêşkirina çareseriyên nûjen ên ku hilberîna nûjen berdewam dike misoger dikin. Di heman demê de banga zêdekirina hişmendiya jîngehî û aborî di nav cotkaran de dike da ku xizmeta berjewendiya giştî bike.