Bi armanca baştirkina rewşa jîngehê û tendrustiyê û hişyarkirina civakê li ser girîngiya parastina paqijiya giştî, Şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cezîrê bi beşdariya gel kampanyayeke paqijiyê da destpêkirin.
Şaredariyê tekezî li ser pêwîstiya hevkariya berdewam di navbera saziyan û civaka herêmî de kir da ku jîngehek paqij û domdar were misogerkirin, û bang li niştecihan kir ku ji avêtina bermahiyê ya bêserûber dûr bisekinin û bi awayekî çalak beşdarî parastina jîngehê bibin.