– Bi piştgiriya we ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn, em aramiya xwe diparêzin
– Ewlehî berpirsiyariyeke kolektîf e ku ji her malê dest pê dike û bi hişmendî û hevkariya mirovan ve girêdayî ye
– Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo her kesî dixebitin. Em bi hev re aramiya bakur-rojhilatê Sûriyeyê diparêzin
– Ewlehî tenê bi îradeya kolektîf, ku ji her takekesî dest pê dike û xwe dispêre baweriya gel bi saziyên ewlehiyê û rola wan di parastina aramiyê de, dikare were bidestxistin
– Em bawer dikin ku parastina civaka me berpirsiyariyeke hevpar e ku hişyariya raya giştî û hevkariya dilsoz bi Hêzên Ewlekariya hundirîn re hewce dike
– Her pêkhateyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina aştiya sivîl û piştgiriya hêzên ewlehiyê de şirîkek bi bandor e
– Hêzên Ewlekariya Hundirîn li qadê bi tenê nînin. Ew ji hêla nifûseke hişyar ve têne piştgirîkirin ku baweriya xwe bi girîngiya ewlehiya civakê tîne
– Li hember dijwarîyan, yekîtiya gel û baweriya wan bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn kelehek neguhêzbar e
– Ewlehî li malê û bi her welatiyekî ku Hêzên Ewlekariya hundirîn wekî hevkar dibîne dest pê dike, ne wekî xerîbekî
– Em hemû hewldanên têkbirina baweriya di navbera welatiyan û saziyên wan ên ewlehiyê de red dikin, û em piştrast dikin ku yekîtiya me xeta yekem a parastinê ye
– Bêyî beşdariya civakê ewlehî tune… û bêyî piştgiriya gelêrî ya dilsoz ji bo Hêzên Ewlekariya hundirîn aramî tune
– Bi rêya cihêrengiya xwe, em hevdu diparêzin, û bi rêya hevgirtina xwe bi Hêzên Ewlekariya hundirîn re, em modelek bêhempa ya ewlehî û aramiyê li herêma xwe diafirînin.