Li gorî biryara hejmar (1) a ku ji aliyê Encûmena Gelên Demokratîk a herêma bakur û rojhilatê ve hatiye derxistin, ku erk û desthilatên rêveberî û rêxistinî yên komînê zelal dike û Ji bo xurtkirina binema rêveberiyê, Encûmena Cîbcîkar û Encûmena Gel a Demokratîk li Kantona Cezîrê bi amadebûna Hevseroka Encûmena Cîbcîkar Vîvyan Biho Osî û cîgira seroka Encûmena gel Hediya El_Elî hevdîtineke şêwirmendiyê ya berfireh bi serokên komînan ên bajarokê Til koçer re lidarxistin
Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya komînan wekî qadeke demokratîk ku xwestek û daxwazên rojane ên gelê herêmê nîşan dide û bingeha biryardana herêmî pêk tîne, ev yek dibe alîkar ku binema xwerêveberiyê li ser bingeha ne navendîbûn û beşdariya gel were xurtkirin
Da ku berdewamiya dabînkirina xizmetiyê û çavdêriya berfireh û bênavber a kar û barên niştecihan were misogerkirin. Biryar hat dayin ku karê fermî ji bo sazî û ofîsên rêveberî yên di nava komînan de roja Şemiyê werin destnîşankirin
Ev hevdîtin pabendbûna rêveberiya xweser ji bo ji nû ve avakirina komînan di navbera civak û rêveberiyê de nîşan dide û Ji bo avakirina civakeke demokratîk, bi tax, kolan û saziyên herêmî dest pê dike