Şaredariya gel a bajarê Dêrikê li Kantona Cezîrê, di çarçoveya hewildanên xwe yên ji bo rêxistinkirina taxên niştecihbûnê û baştirkirina pêşkêşkirina xizmetiyê, Kampaneya xwe ya ji bo rakirina binpêkirinên avahîsaziyê û destdirêjiyên li taxa Cûdî didomîne.Kampane rakirina avahiyê bê destûr û destdirêjiyên li ser milkê gişt, ji bilî pêkanîna projeyên binesaziya bingehîn ji hêla Şaredariyê ve, di nav de vekirina riyên nû, çêkirina torên karîzan û nûjenkirina tora avê, dihewîne.
Şaredariyê tekez kir ku xebat li gorî bernameyeke qonaxî ya ku ji aliyê cûda yên rêxistin û xizmetiyê berdewam dike, û bang li nişteciha dike ku hevkariyê bikin û beşdarî parastina paqijiya giştî bibin û rêzgirtina plana rêziknameyê bigrin.