Ji bo misogerkirina ewlehiya ava vexwarinê û pêşîgirtina li nexweşiyên ku bi riya avê têne veguhestin, şaredariya gel a bajarê Girgê Legê li Kantona Cezîrê ji bo hemû endamên gerenîndeya avê perwerdehiyek taybet li dar xist.Di dema rûniştinê de, qad ji bo gûftûgoyan li pêşiya kesên amade hat vekirin, da ku bikaribin pirsên xwe bibersivînin.
Perwerde aliyê diyarîtî û pratîk yên yekgirtî dihewîne, ku mijarên li jêr vedihewîne:
1_Rêbazê temîzkirina ava qirêj, û nexweşiyên ku bi riya wê têne veguhestin.
2_Cureyê klorê yên ku di pêvajoya temîzkirinê tenê bikar anîn (heyber, toz û danik) û kirdariyên pêwîst ji her cureyekî re.
3_Amûrên ku ji bo ceribandina şûşeyên hewce û rêbazên pîvana rêjeya klorê ya azad di avê de.






