Di çarçoveya avakirina pergaleke dadwerî ya hevsengtir ku bêtir bersivê bide civakê, hêzdarkirina ramanên rexneyî li cem karmendên dadwerî û jêhatiyê dadweran di encûmena dadweriya civakî xurtir bike, korsên perwerdahiyê bi beşdariya 50 dadweran di du komên li pey hev de bi dawî bû.
Di korsê de li ser pergala dadwerî ya li herêmê, kesayeta dadwer û rola wî ya girîng di avakirina dadê de di gel zextên psîkolojî ên ku dibe ew di dadgehê rastî wan were gûfûgo kirin.
Her wiha rastiya komîteyên teftîşê û mekanîzmayên xebatê yên dozgeriyên giştî, di nav de komîteyên lihevhatin û nakokiyan, û bandora her yekê li ser misogerkirina rêvebirina baş a dadê û serxwebûna wê hate analîzkirin.
23 Tîrmeha 2025an