Ji bo parastina xweşikbûna bajêr û misogerkirina ewlehiya civakê şaredariya gel a bajarê Til Temir li Kantona Cezîrê bi rêya beşên xwe yên cûr bi cûr xizmetên xwe ji bo parastina xweşikbûna bajêr didomîne.Her wiha vekolînên bazarê jî dihewîne.
Çalakiyên beşa gulîstan û çinîna daran
Beşa gulîstanan û çinîna daran ji serê sibehê ve karê xwe yên rojane didomîne, di nav de paqijiya gulîstanên giştî, rêyên navîn, meydan û komîn her wiha kolanên sereke û kêlekê paqij dikin û dar bi rêk û pêk av didin da ku mezinbûna wan û bandora wan a erênî li ser baştinkirina jîngehê bikin.
Hewildanên beşa dabînkirin û parastina hilbirînan
Ji bo piştrastkirina firoşgehan bi zagon û rêziknameyên têkildarî parastina hilbirînan û ewlehiya heyberan, gerenîndeya parastin hilberînan a Şaredariya gel kampanyayeke vekolînê pêk anî ku hejmareke firoşgehên li ser rêya rojavayê bajarê Til Temir di nav xwe de girt.Di encama gerê de çend binpêkirin hatin qeydkirin, û heyberên ku deman wan derbas bibûn jî hatin desteserkirin.
Şaredariya gel a Til Temir pabendbûna xwe ya berdewam a ji bo xizmetê û çavdêriyê piştrast dike û bang li gel dike ku di ragihandina her binpêkirinekê de hevkariyê bikin û beşdarî parastina jîngehek paqij û ewle ji bo her kesî bibin.