Di gaveke nû de ji bo hêsankirina vegera kesên koçber, rêveberiya kampa el _erîşa, di bin çavdêriya desteya kar û barên civakî û kedkaran de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya UNHCR, Iro Pêncşem piştî kirdariyên pêwîst koma sêzdemîn şand deverên wan ên resen.Ev kom ji 45 malbatan pêk dihat (231) kesan ji Kantona Dêr zorê.
Rêveberiya kampê piştrast kir ku vegera xwebeş dê di dema bê de berdewam bikin û piştgiriya lojîstîkî û hêsankirinên pêwîst ji bo kesên ku dixwazin vegerin were peyda kirin.
Bi bîranîn kampa el_erîşa li başûrê Hesekê ye, kesên koçber dihewîne ku piraniya wan ji Dêr Zor û deverên derdora wê ne û hejmareke sînorkirî ji malbatên koçber ji deverên din ên wekî Himis, Şam û Idlib jî hene.