Bi armanca bilindkirina hişmendiya jîngehê û baştirkirina xizmet û rewşa tendrustiyê ya bajêr, kampaneya paqijiyê ku ji hêla encûmena bajarê Hesekê ve zêdetirî sê heyvên berê hatiye destpêkirin berdewam dikin.Kampane vê heftiyê bi beşdariyeke berfireh ji endamên encûmena bajarê Hesekê, saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser, rêveberiya jîngehê û şaredariya gel li Hesekê li ber hola werzîşê ya hundirîn a nêzîkî rêveberiya tendrustiyê dest pê kirin.
Beşar Ehmed, hevserokê encûmena bajarê Hesekê, girîndiya berdewamiya kampaneyê tekez kir û got”Bi rêya vê kampanyayê, em armanc dikin ku bi beşdariya çalak a saziyên peywendîdar ên girêdayî Rêveberiya Xweser, çandeke paqijiyê li taxan biçînin.”
Ji dema destpêkirina kampanê di 12ê Nîdanê de, kampaneyê hejmarek taxan di nava xwe digre, ji wan:el_Neşwa, el_Kelasa, el_Nasira, el_Ezîziye, el_Salihiya, el_Xişman, Til Hecer, el_Zihûr, Xiwêran, el_Eskerî, Mûşêrfe, el_muftî û cebelê el_risas.