Piştî ku xêza kevin a karîzan ji ber derbasbûna otrombîl û makîneyên giran zirarek mezin dît, şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cezîrê bersiva banga şêneyên gundê Til Tişrîn da û dest bi dirêjkirina xêza karîzan ya nû kir.Piştî wergirtina giliyan, tîmên teknîkî yên şaredariyê vekolînek kir, di dema vekolînê de hat eşkere kirin ku beşek ji boriyê ji ber zexta dubare li hin deveran xera bûye û teqiyaye, Ev yek jî pêwîst bi destpêkirina tavilê ya xebata kolandinê û guhertina boriyê zirardar bi boriyek nûtir a ji heyberên bi kalîte û domdartir cêkirî ferz dike.
Kar bi rakirina bermahiyên kevin û danîna boriyên nû bi awayekî endezyariyê vedihewîne da ku berdewamiya xizmetê misoger bike û ji xirabûnên pêşerojê dûr bikeve.