Şaredariya gel a bajarê Til Temir li Kantona Cezîrê, di çarçoveya plana xwe ya ji bo pêşxistina werzîşê û dabînkirina hawîrdorek guncaw ji bo ciwanan û werzîşvanê herêmê, berdewamiya çêkirina lîzgeha bajêr dike.Xebatên heyî rastkirina zeviyê û nûjenkirina binesaziyê, di nav de dirêjkirina torên avdan û avêtina avê vedihewîne.
Rêxistinvanên projeyê piştrast kirin ku xebat bi lez pêşve diçin, û qonaxa yekem di nav çend rojên pêş de tê qedandin. Ev yek dê bibe alîkar ku tevgera werzîşê ji nû ve were vejandin û di pêşerojê de çalakiyên ciwanan werin lidarxistin.