Bi armanca xurtkirina rola komînan wekî yekîneyeke bingehîn di nav avahiya Rêveberiya Xweser de, Encûmena Cîbcîkar û encûmena gelên demokratîk ên Kantona Cezîrê bi amadebûna Hevderokê Encûmena Cîbcîkar Hesen Şero, cîgira encûmena gel Werda Hena û şêwirmendên Rêveberiya Xweser civînek şêwirmendiyê bi hevserokên Komînan re li bajarê Qamişlo li dar xist..Di civînê de naveroka biryara hejmar (1) a ku ji aliyê encûmena gelên demokratîk a herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye derxistin gûftûgo kirin, ku erk û hêzên rêxistinî yên komînan zelal dike û girîngiya wan wekî hevbeşeke bingehîn di rêvebirina kar û barên civaka herêmî û pêkanîna binema rêveberiya Xweser ji jêr ber bi jor ve tekez dike.
Civînê çend encam bi dest xistin, di nav wan de:
- Yekkirina mekanîzmayên xebatê di navbera komînan de.
2• Zêdekirina hevrêziyê bi encûmen û desteyên bilind re.
3• Aktîvkirina rola komîn di rêxistinkirina civakê û pêşkêşkirina xismetan de.
4• Berfirehkirina çarçoveya beşdariya gel di biryaran de.