19 Tîrmehê projeyek hevbeş a hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye, di nav de Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermenî nimûne dike, vê şoreşê mafên bingehîn ên gelên herêmê bi taybetî ziman, çand û jiyana hevbeş vegerand.Li bajarê Hesekê, Qamişlo û Girgê Legê şahiyên mezin ji bo salvegera 13’emîn a şoreşa 19ê Tîrmehê hatin lidarxistin.Ku bi deh hezaran kes ji hemû pêkhateyên civakê beşdar bûn.
Di şahiyê de, gelek axaftin hatin kirin û salveger hat pîrozkirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku rêya şoreşê hîn temam ne bûye ji ber nebûna naskirina fermî ya mafên civakên bakur û rojhilatê Sûriyeyê.Û rave kir ku zihniyeta navendî ya di nav rêjîma Sûriyayê de bingeha alûziyên heyî ye û hat destnîşankirin ku bûyerên li parêzgeha Siwêdayê encama vê zihmiyetê ye.Tekez kirin ku projeya neteweya demokratîk çareserî ji bo avakirina Sîriyeke demokratîk û aram, û girîngiya gûftûgoya netewî ya berfireh û amadebûna pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevlîbûna di nav saziyên dewletê de destnîşan kir bi şertê ku mafên destûrî werin misogerkirin û şert neyin ferzkirin.
Şahî bi beşdarbûna hejmarek hunermend û komên mûzîkê yên cihêreng bi dawî bû.