Karwana agirkûjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryayê, Ku tîma agirkûjiyê ya Cezîrê di nav de bû. Bi dehan makanîzme û alavên giran di gel tîmên pispor ên agirkûjiyê û karmendên parastina sivîl pêk dihat ku di şert û mercên hewayê yên dijwar de bi demjimêran bê westan xebitîn da ku agirê gef li erdên çandiniyê û deverên niştecihbûnê kontrol bikin duh êvarê vegeriya, Piştî vegera karwanê, komek gel û nûnerên saziyên sivîl û rêveberî yên rêveberiya Xweser wan pêşwaz kirin û spasî û serbilindahiya xwe ji bo van tîman anî ziman ku beşdarî kêmkirin û pêşlêgirtina belavbûna agir bûn.
Yek ji çavdêrê karwanê tekez kir ku ev Kar ne hêsan bû, lê belê ji hesta berpirsyarî û hevgirtinê derketiye holê. Û destnîşan kir ku hevrêzî û hevkarî di navbera tîmên agirkûjiyê yên herêmê û Rêveberiya Xweser de faktorek sereke bû ji bo kontrolkirina bilez a agir.