Di çarçoveya hewildanên berdewam ên şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê yê li Kantona Cezîrê ji bo baştirkirina binesaziyê, xebatên qîrê li Kolanên navçeya rojhilat bi cî anî.Û bi armanca baştirkirina Tevgera trafîkê û kêmkirina zirara otrombêlan û her weha ji bo baştirkirina xuyanga giştî ya kolanê, Xebata tamînkirina çal û şikestinên ji ber faktora avhewayê çêbûn vedhewîne.
Şaredariyê pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya pêkanîna projeyên xizmetiyê yên bi vî rengî li hemû taxên bajêr piştrast kir, û bang li gel kir ku ji bo paqijkirina kolanan hevkariyê bikin û ji avêtina çopê an avêtina bermayiyên avahiyê dûr bisekinin.