Şaredariya gel ya li Kantona Cezîrê xebata çareserkirina giliyên ku bi rêya sindoqên gilî û pêşinyaran ku ji hêla komîteyên tekildar ve hatiye vekirin ragihand.
Gilî bi piranî xirabûna jenatorê dihewîne, yek ji wan jênatora li Komîna Şehîd Cûdî Dogan bû. Komîteya jenatorê piştrast kir ku xirabûn dê di nav du rojan de were çareserkirin. Her wiha cezaya 10 $ ji bo derengketina abonteya heyvane ya jênatorê hate rakirin û ji kesên bandor hate xwestin ku serî li ofîsa têkildar bidin.
Di derbarê çandina daran de, ofîsa jîngehê kampaneyeke ji bo berfirehkirina qadên kesk bide destpêkirin. Û her wiha zelal kir ku qedexeya motorsîkletan a êvarê biryarek ku ji hêla desteya hundirîn ve hatiye dayin.
Şaredariyê bang li gel kir ku bi rêya sindoqên li seranserê kolanên bajêr hatine danîn, giliyên xwe bişînin û pabendbûna xwe ya bersivdayîn û çareserkirina pirsgirêkên xizmetiyê piştrast kir.