Ji gelê me û raya giştî re
Ji ber hemleya sîstematîk a tehrîdê li dijî hêzên me û Rêveberiya Xweser li seranserê herêmên me û hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro piştî nîvro, di saet 15:00’an de, kesên nenas yek ji erebeyên hêzên me dema ku di nav bajarokê herêma El-Hîsan a li gundewarê Dêrezorê re derbas dibû, hedef girtin.
Êrîşkaran êrîşa xwe bi motosîklê pêk anîn, rasterast mermî li erebeyê reşandin, di encamê de endamek me yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinê birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê yekser birin nexweşxaneyê.
Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, aliyên ku gotinên nefret û tehrîdê li dijî saziyên Rêveberiya Xweser belav dikin, em wan ji ber vê êrîşa tirsonek berpirsiyar dibînin. Em tekez dikin ku hêzên me bê dudilî dê kar û erka xwe ya parastina ewlehiya giştî û parastina jiyana welatiyan bidomînin.
Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bikin û her tevger an çalakiyên gumanbar ên ku ewlehî û aramiya herêmên me têk dibin, ragihînin.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn
16ê Tîrmeha 2025an