Akademiya Şahîd Ezîz Ereb li Kantona Cezîrê, di bin navê “korsa Şehîd Ednan el_Ubeyd” de, bi beşdariya 36 mamosteyan rêze semînerên rewşenbîrî, perwerdeyî û felsefî bi derçûna girûpeke nû bi dawî kir.Merasîmê derçûnê bi xulekeke bê dengiyê ji bo rêzgirtina giyanê şehîdan dest pê kir, piştre bi xêrhatina beşdaran, û di nav wan de herî girîng hevserokên desteya perwerde û fêrkirinê, yekîtiya mamosteyan, komîteya jinan û her weha rêveberiya saziya perwerdahiyê li Hesekê.
Muhened Miseyx, nûnerê rêveberiya akademiyê, di dema şahiyê de spasiya xwe ji bo hewlên mamosteyan anî ziman û serkeftina derçûna pîroz kir. Û girîngiya akademiyan di pêşxistina şiyanên Perwerdehiyê û baştirkirina rêbazê belavkirin û bikaranîna zanînê li dibistanan tekez kir.
Hevseroka desteya perwerde û fêrkirinê li Kantona Cezîrê di axaftina xwe de bal kişand ser rola girîng a mamosteyan di avakirina nifşekî xwende û hişyar de. Û derçûna beşdaran pîroz kir û serkeftina berdewam ji bo wan xweset.