Bi armanca xurtkirina rola komînê wekî yekîneyeke bingehîn di nava avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryayê de, makanîzmeya xebatê di navbera komînan de bibe yek û hevrêzî di navbera wan û encûmenên bilind de pêk were, Encûmena Cîbcîkar û Encûmena Gel a Demokratîk li Kantona Cezîrê bi beşdariya şêwirmendên Rêveberiya Xweser civînek ku Serokên komînan ji Dêrik, Girgê Legê, Çil Axa, Tirbespiyê û amûdê anî cem hev lidarxistin.
Civîn ravekirineke berfireh li ser naveroka biryar hejmar (1) a ku ji aliyê Encûmena Gelên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryayê ve hatiye derxistin Ku erk û desthilatên rêxistinî yên komînan destnîşan dike û rola wan a girîng di pêkanîna binema rêveberiyê ji jêr ber bi jor ve tekez dike.
Sîstema Komînan yek ji stûnên herî berbiçav ên Rêveberiya Xweser e, ku bi tevlîkirina gel di biryardanê de û birêkûpêkirina jiyana rojane li tax û bajaran de pêk tîne.Û her wiha wekî şaneya sereke ya rêxistina civakê tê, û karê xizmetî, rêxistinî û hişyarkirinê pêk tîne, di nav de çavdêriya kar û barên taxê, çareserkirina nakokiyên herêmî, û pêşvebirina hevkariya civakê radibe.