Di çarçoveya şopandina bazaran û misogerkirina pabendbûna xwediyên firoşgehan bi zagona parastina hilberînkeran, endamên beşa dabînkirin û parastina hilbirînkeran a Şaredariya gel li Girgê Legê serdaneke vekolînê li hejmarek firoşgeh û xwaringehên li bazara bajêr pêk anî.Di dema serdanê de, navnîşên bihayên zelal hatin verastkirin û hûrnêrî li ser dîrokên hilberîn û qedandina heyberan hat kontrolkirin.
Di encama gerê de du binpêkirin li dijî firotgehên xwarinê ji ber nîşandana heyberên ku dema wan derbas bûye hatin kirin, û firoşgehek sebzeyan ji ber firotina berheman bi bihayên ji nirxa diyarkirî bilindtir.
Heyberên binpêkirî hatin desteserkirin û raparên pêwîst li dijî binpêkaran hatin şandin.