Di çarçoveya rêze kirdariyên ku deste ji bo rêxistina bazara yêmê û piştgiriya Samana lawiran û bi armanca rêxistina tevgera yêmê lawiran, pêkanîna hevsengiyê di bazara Çandiniyê de û kêmkirina bihayê û qaçaxbazî, Desteya aborî û çandiniyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, biryarnameya hejmar 18 derxist, ku tê de pêdivî bi wergirtina destûra fermî ya pêşwext ji bo veguhestina giya an jî her cure heyberên yêmê din di navbera Kantona de destnîşan dike
Di daxuyaniyekê de ji bo Ofîsa Ragihandinê, Mihemed Tahir Şêxmûs hevserokê beşa Samana lawiran rave kir ku ev biryar ji ber zêdebûna daxwaza yêmê lawiran di demsala havînê de û ne wekheviya bihayê di navbera kantonan de hatiye dayin.
Ji bo bicîhanîna vê giştîkirinê, beşa samana lawiran li Kantona Cezîrê di bin çavdêriya raste rast a hevserokên hevbeş ên gerenîndeyê,dest bi dayina destûrên veguhestina yêmê lawiran ji cotkaran re kiriye.
Şêxmûs pabendbûna beşê ji bo hêsankirina kirdariyan bi awayekî zelal ji bo cotkaran piştrast kir û tekez kir ku kirdarî di berjewendiyê her kesî de ye û beşdarî parastina sektora çandiniyê ji kirdariyên ne zagonî dike.
Bang li cotkaran kir ku pabendî betlaneyê fermî bibin û bi rayedarên peywendîdar re hevkariyê bikin.
Di heman demê de çavdêriya berdewam a her rewşên binpêkirinên an veguhestinên bê destûr jî destnîşan kir.