Şandeyek Hevbeş ji Dayîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana navenda Yekîtiya Ragihandina Azad a li bajarê Qamişlo, kir.
Şande ji Hevserokê Dayîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm, Hevserokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Kantona Cizîrê Hogir Necar û Gerîndeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serkirde Bedîh Hiso , pêk dihat.
Şande ji aliyê Hevserokatiya Yekîtiya Ragihandina Azad Idrîs Henan, Evîn Îbrahîm û berpirsê Têkiliyên Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Azad Buniyad Cizîrê ve, hate pêşwazîkirin.
Şandeyê Hevserokatiya Yekîtiya Ragihandina Azad bi destpêkirina erkên wan û lidarxistina kongreyê wan, pîroz kir.
Şandeyê bi yekîtiyê re rola ragihandinê di vê qonaxa ku welat têre derbas dibe, çawaniya hêsankirin û meşandina rewşa rojnamevanan da ku bi rehetî bighêjin mafê xwe di bidestxistina agahiyan de.