Wekî beşek ji hewildanên desteya aborî û çandiniyê li Kantona Cezîrê ji bo pêşxistina sektora çandiniyê, piştgiriya raste rast ji bo cotkarên garisê zer bi riya dabînkirina Sotemeniyê ragihand.
Ev piştgirî di çarçoveya planên Desteyê de tê ji bo zêdekirina hilberîna herêmî û bidestxistina ewlehiya xwarinê, nemaze ji ber ku garisê zer berhemeke stratejîk e ku ji hêla aborî û xwarekî ve girîng e.
Di 3ê Tîrmehê de, Desteyê hebûna tovên garisê zer ji bo sezona çandiniyê ya heyî ragihand, û bang li cotkaran kir ku ji vê piştgiriyê sûd werbigirin.