Ev kampane di çarçoveya pêkanîna giştîkirina ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryayê ve hatiye derxistin, Ku armanca wê parastina paqijiya bajêr û bajarokan bi awayekî rêxistinkirî tê.
Şaredariya gel a li Dirbêsiyê hewlên xwe yên ji bo baştirkirina xizmetiyên bingehîn didomîne. Di demên dawî de dest bi pêkanîna projeya qîrê ji bo rêya ku rêya sereke (Dirbêsiyê_Qamişlo) û gundê Xeşefiyê ve girêdide kir.Projeya qîrkirinê 400 metreyî bi firehiya 5 metre û stûriya ,6 santîmetreyan dihwîne, piştî amadekirina rê bi qatek seretayî ya M.C.O ji bo misogerkirina hevgirtin û aramiya qatên qîrê.
Di çarçoveyeke têkildar de, Şaredariya gel a Dirbêsiyê bi hevkariya encûmena navçeyê û bi beşdariya gelek sazî û encûmenan, her hefte roja Pêncşemê kampaneyeke paqijiyê ya berfireh da destpêkirin.